• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi6
Bugün Toplam269
Toplam Ziyaret12920886
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
BI HESTÊN NETEWÎ Û ÊŞÎRÎ VE KOMA CIVATÊ BELAKIRIN
23/07/2012

 

   

     Dem a Peyxemberê Xwedê li Medînê warîgeh bû, şirîkên mekkê pir hers bûn û xwestin Peyxember , hevalê wî û doza wî ji qada cîhanê rakin. Û nameyek ji serokê Medînê ra şand, di wê name ye da digotin yan hûn Mûhemmed û hevalê wî ya ji Medînê derxînin, yan jî bikujin. Mixabin eger hûn bi amê nekin emê bajon ser Medînê û we bikujin û jin ê we jî li xwe mehr bikin. Dema ev name ji Abdulah lawê Ubey ra hat, biryar da û civat a şirîkên Medînê komkir û dest bi amadebûna çek(sîleh) a kir.

   Va rewşa ji Peyxemberê(sxl) Xwedê ra dema hat gotin. Bang wan kir û got. Gef ê kureyşîyan bandorek pir mezin li ser we kir. Qasî we xwe xapand, wan ewqasî hûn nedixapandin. Ma hûn dixwazin li hember birayên xwe û zarokên xwe şer bikin? Dem a va gotinên Peyxember(sxl) bihîstin bela bûn. Ev bûyer pir balkêşe û hewceyî mirov li ser bisekini. Va mijara sîyasetekî Peyxemberî ye.

  Di hêdîsa Peyxember(sxl) û Abdulah lawê Ubey li hev du qelibîni weki wî ya di bûxarî da jî, ji mera tê agahîkirin.

  Peyxemberê(sxl) Xwedê li ser kerikê siwar bûbû û we dem ê da Usamê lawê zeyd hîn zarok bû li têr a kerê kiribû û dixwast serlêdana nexweş;Sad lawê Ubadê bikin.Dem a di rê da dişûn li meclîsek di nav van da Abdulah lawê Ubey jî hebû lê rast hatin. Ev bûyer dem a çê bû hîn Abdulah lawê Ubeyne bûbû misilman. Dem a ajalan toz li ser civatê da xist;Abdulah lawê Ubey bi êba xwe bozê xwe girt û got:Ser me neki toz. Di ragîhandinê da misilman, cihû û şirîkan ji hevra gotin û xeber dan. Û xwestin hev du bikujin. Her car Peyxember(sxl)ê Xwedê ew disekinandin. Dîsa di ragîhandinê da Sad lawê Ubadê dibeji “Ey qasidê Xwedê! Tu kêmasîya lawê Ubey bibexşîne û lê biborîne. Ez sond dixwim bi ew ê ji tera Quran şandîye. Îrade(ven)a Xwedê bi qasidî tu şand peydabûn çê bû. Ev bajarok dixwastin li serê lawê Ubey tacikî deynin û li dorê destmalekê lê  bigerînin. Bi dayîna Xwedayê mezin ev Nebîtî ya mezin dayî te karê wî astengî çê bû, ev mehrûmî lawê Ubey pir êşand. Ya Resûlê(sxl) Xwedê bi kederek mezin lawê Ubey ev tiştan kirin wî bibexşîne” û peyxember(sxl) jî ew bexşand.

  Bûyer a êwilî li Medînê çê bûye di nav misilmanan û şirîkan da ev ê. Bawermendan ji bona Xweda ye xwe û Peyxember(sxl)ê xwe qeherîn û hêrs bûbûn. Peyxember(sxl)ê Xwedê ev tişta bi hestên bawermenda ra berda wê şerikî pir dijwar derketa, ji misilmanan hinik wê bawerîya xwe bihêjiya û têketa hêla Abdulah lawê Ubey û herbik bûas ê nuh dest pê bikira.Wakîna nîjadperestiyakî kawmî wê dest pê bikira û dewlêta îslamê di asta yekemîn da wê hilweşîya.

  Di riya Xwedê û Peyxember(sxl)ê wî da hêrs bûbûn lê be lê Peyxember ew aşt kirin. Xwe bi her du hêla da jî nekir û hestên wan sekinandin. Misilman gura serokê xwe kirin û taluka herbê bi dûr xist.

  Xuya dikir ev bûyer bê guman çê bûba avdûn(telafî)a wê çê ne dibû. Pûtperestan li dijî misilmanan çek(sîleh)ê xwe amade kiribûn, ev bûyer ji dervê da çê bûbû û hewl didanê. Mixabin destê dizîka jî têkevi ser rewş pir xerab xuya diki. Ev bangeşe(propaganda) kiribûn ser ê şirîkan, bê kuştinê tu derfet nîni;yan Mûhamed (sxl) û hevalên wî wê werin kuştin, yan jî Medîne wê weri talankirin û mêr ê werin kuştin, jin jî wê werin mehrkirin.

  Di vê rewşê da şirîken Mekkê agirek berda bû nav Medînê, mixabin Peyxember(sxl) ev sêhra wan

 bi sîlêha wan, li wan vegerand û matkirin.

  Di dîmenikî wa da, tiştên êwilî wêri aqilê xortê misilman cîhada di riya Xwedê da yî. Berî kureyşîyan bi va dijminê Xwedê ra em ê herbikê çêkin, jiber lomeya lomekiran neyê tirsandin.

  Xortê misilman di serî da hewceyî va ramanê xwe rast biki. Efendîye hemû afîrandina bi dijminê xwe ra çanda wî, herba wî û mafê civatê çawa parêzandîye hîn bibi. Bûyer ê weki viya hewceyî ji rêvebira ra mafa berdin. Mixabin dijwar bûna herbê herî zêde rêvebir zanin. Bi kê ra aşîtî, bi kê ra herb, bi kê ra li hev kirin, çi dem ê herb kirin û çi dem ê da jî aşîtî çêkirin herî baş rêvebir zanin. Pisporê tevgerê ewin û barê giran li ser wanin. Û rêvebir Peyxember cenabê Mûhammed be.....

  Peyxember(sxl) ji bona kom a civatê bela biki hestê neteweperestî û nîjadperestîya kawmî tevgeran dî ye. Bi peyvên hêsan û wate yê wan kûr û demik dirêj da wê ramanê xwe bidomîni çend gotin. “Gef ê kureyşîyan bandorek pir mezin li ser we kir” Bi va gotinan, di tu dem ê da tiştên ew nepejirîni tevgerek anîye ser ê wan. Di çi rewşê da bi, cahiltiya kawmî Êreb di hundirê wî da xurtbûn û lehengî hestên wî tên hîroşme(tahrîk), bi tirsbûne, bi bê ziravbûnê û êyîba lewaz(zayîf) bûnê napejirîni.

  “ Qasî we xwe xapand, wan ewqasî hûn nedixapandin” Peyxember(sxl) ev bûyer ê muhîm berê li ser sekinîye û dawiyê jî li ser hestên qels sekinîye. Ev dek û dolaba ji hêla dervê welatê Medîmê li dijî wan hatibû amadekirin, ew jî tirs bû. Ev tevgera tenê ne tirs bû; xafiltî, êhmaqî û nezanî jî tê da hebû. Di bûyerek wakîna da weki xapandina dijmina da fehm nekirin, pîlanê wan nizanîbûn, fenê wan tê dernexistin û lazim bû dernekêta holê. Ev bûyer hestên dijî kureyşîyan şîyar kir. Peyxember bi navê Îslam ê bigota çek(sîleh)ê xwe berdin, wê dem ê şirîkên Medînê wê xwe nezikî şirîkên Mekkê bi girtana û li dijî ol(dîn) ê nuh bi pûtperestîya xwe pesnê xwe bidana, ji ber kû hinik tevgerê wan yekbûn; weki Beyt-î Heram, Makami Îbrahîm û Hêckirina mala Xwedê, va na jî di destê kureyşîyanda bû. Mixabin bi kurayşîyan ra ne bûn yek ji bona Mûhammed(sxl) û hevalê wî bikujin.

  Bê guman rêvebiri ya Peyxember(sxl) mezin ê û fenê wan vala derxistîye û di wecê xwedîye xwe da(xapînoka da) lê xistîye. Ji ber vê yekê li ser vê mijarê sekinîye. “Ma hûn dixwazin li hember birayên xwe û zarokên xwe şer bikin?” Mixabin xortê xwedîyê vê doz ê ev gotinana ê Peyxember(sxl)ê Xwedê ni. Ne gotinen ew ê bi dîn ê xerabûye tê şermazarî kirin, yan jî li hember kafirê dijmin ra deman(tawîz) didi.

  Peyxember(sxl) li dijî wan pûtperestan, bi zimanê ew jê fehm dikin axivî ye. Ji mirovatîye ra bira yên li ser bawerî ye amade kirini anîye lê be lê li ser biratîye xwezayî(doxal) disekini. Ji bona alema dilovanîye hatîye lê be lê li ser xirêka av û axê disekini. Li ser welat, gel û netewe disekini. Di navbera kê da? Di nav bera misilman û muşrîkan. Ji bona çi? Ji bona fen a dijminê xwe yê mezin li êrdê bixi. Di navbera dijminê xwe ra alîkarîye bi biri û hevalbendê xwe li hember dijmin biki yek.

  Peyxember(sxl) li dijî misilmanan, pûtperestên sîlêh dikşandin bi bîr anî kû misilman bira û zarokên wanin. Di encamê da herbik birakujî bi dûr xist. Em dibînin di astekî din da wekî herba Bedrê; biratî, mervantî û hestên bavikî dûr in. Bi vîya tevgera kureyşîyan xera bûye û xesirîni. Mixabin dixwestin û hevîdarî dikirin di nav şirîkên Medînê da bi qelihin. Lê be lê li dijî bira û zarokên xwe çek(sîlêh)ê danîn û boşman bûna wan em dibînin.

  Em hevîdarin, xortê xwedîye doza Îslamê bi taybetî ji rêvebirê doz ê di asta da xeterê mezin dernexîni. Û li hember talûka bi dijminê biçûk ra peymanê çêkin û riya navîn bibîni. Yan jî welat, netewe û hestên tund(baski)îye li ser komê lewaz biaxivî, wan biki alîgirê xwe. Li hember dijminatîye êwilî dijminê mezin bibîni û her dem şîyar bibi.

 

 



3317 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.134832.2635
Euro34.937735.0777
Hava Durumu
Saat
Site Haritası