• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam251
Toplam Ziyaret12920868
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
TU JÎ SOLA DEYNE
24/02/2017

         Rojek ji rojan, melakek hat gündekî û dest bi meletîyê kir. Mixabin li gund mizgeft hebû le belê, kesekî lê nimêj nedikir. Û bi xwe zatî kesekî li mizgeft ê nimêj bikira û zarok hînî Qur'anê bikira na jî tunebûn. Mizgeft weke xanîyakî bi tenê, li pêş gund hustu xwar  û weke mazûbanê li benda mîvana, bi dilekî keserkûr disekinî.

 

 

     Mele azan xwend, bi dilekî tije rehm û dengekî zelal, le belê kesekî bersîv a mele ne da û ne hat mizgeft ê. Mele bi tenê li mizgeft ê nimêj kir. Demik, dudu derbas bû, mixabin kesek ne hat. Mele biryar da û li nav gund gerîya. Dîn ê îslamê eşkere ye û peywîr a mele hînkirin e. Gundî yek bi yek pirs kir û got hûn çima diherin qehwa û nayên mizgeft ê û nimêj nakin? 

 

 

     Gundîya got mele; nimêj ne hêsan e û em nikanin şert û mercên nimêj ê bînin cîh. Em sibê zû cil û bergê xwe li xwe dikin û solên xwe dikin nigê xwe û kar û xebat ê dikin. Em her dem nikanin destmêj bigrin û sola derxînin. Zivistanê û sar û serma ye, bi xwe zatî şilî yî jî. Tu dev ji me berde. Banga xwe bixwîne û nimêj a xwe bike. Çend roj derbas dibe, mele radiki nabe, datîne nabe gelo wê çawa bike.

 

 

     Dû fikr û raman a mele biryar da û gundî li qad a gund kom kirin. Mele got; birayên minên misilman: Hûn dema sibê radibin û ser çav ê xwe dişon wê demê destmêj jî bigrin. Gundîya erênî kirin û gotin em sola nikanin her demê nimêje, ji nigê xwe derxînin çara kê bibîne. Mele got; tew ew pir hêsan e: Hûn kanin bi sola jî nimêj bikin. Pir kêf a gundî ya hat û bi sola çûn mizgeft ê û bi sola her dem nimêj kirin.

 

 

     Pir çû hindik çû, du çend salan şunda mele jî wî gunda çû başarekî din û şuna mele, meleyakî din hat gund. Mixabin mele banga azanê xwend, mîrov hatin mizgeft ê! Mele şaş bû, herkes bi solan tên hundirê mizgeftê û bi sola nimêj dikin. Demik dudu derbas bû, mele têlefon î melê ber ê kir û got ev çi hal e. Gundî bi solan nimêj dikin? Mele dema di serî da hatibû gund, û tiştê mele kiribû di serî heta binî got; ez benî ez pir xebitîm, min gundî anîn mizgeft ê û nimêj kirin da, tu jî dola deyne!..... 



     Hewceye mirovekî kevirek danî derikê, ê dû wî were xanîyakî çêke. Eger pêştire me herfek hîn kiribe, hewceye em xwendinê hîn bikin.




1250 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

düzeltme     26/02/2017 16:42

ez benî ez pir xebitîm, min gundî anîn mizgeft ê û nimêj kirin da, tu jî dola(sola) deyne!..... tu jî SOLA deyne..
mehmet fatih barış

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.134832.2635
Euro34.937735.0777
Hava Durumu
Saat
Site Haritası