mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
MÎNAKA RASTÎYA RAST
03/04/2018 Di demik borî da xortekî, ji alimekî pirs kir. Got; Seydayê min em ê dîn ê xwe çawa rast naskirina mirova bidin? Mirov hînî îslamê bibin û em jî peywîra agahdarbûna dîn ê xwe bi cîh bînin. Alim got; Hewceyî misilman bi xwe bibe mînak, di jiyana xwe da weke misilman bijî.
Mixabin di sala 1984'da olîmpîyad a jûdo da, dema dawîyê û fînal hat. Li ser mînder ê jûdocîyê ji Misrê Mûhammed Alî Raswan û hemberî wîjî ji Japonya yê, Yaşûhîro Yamashîta bû. Di dema ser mînderê da Yamashîta çîpa rastê masûlk(kas) qetîya bû û bi wî halî asteng derket fînal ê.
Mixabin mirovên nizanin û nayên bîra wan, kanin li ser înternet ê wîdeoyê temaşe jî bikin. Yamashîta li ser nigê çep ê dimeşîya û bi xwe zatî nigê rastê jî, bi xwe ra kaş dikir. Mixabin antrenor(rahêner) ê Mûhammed Alî bang dikir û hişyarî didayê, digot; Li nigê rastê xîne, nigê rastê.
Mirovên temaşe dikirin jî di dîtin. Mûhammed Alî carekê li nigê rastê xista wê bes ba û masûlken qetîya yî wê asteng bimana. Le belê li nigê rastê nexist û wenda kir. Nîşane ya zîv girt û bû duyemîn. Mixabin dema wenda kir, hemû rojnameger bi dora Mûhemmed Alî kom bûn û gotin? Çima te li nigê rastê nexist û te wenda kir. Ew bû yekemîn ê dunya yê?
Mûhammed Alî bersîv da û got: "Dîn ê min qedexe kirîye li mirovekî birîndar lêxistin û di serda jî li cîyê birîn jî qedexe yi. Eger min li nigê rastê xista ew ê asteng bima. Ji bona nîşanekê min li nigê rastê nexist û ew asteng nehişt".
Ev rewşa Mûhammed Alî, mirovan li ser nigan li çepikan xistin. encûman ê Faîrplay ê Navdewletî xelat danê. Û dema çû Japonya'yê jî weke padîşahekî hat peşwazîkirin.
Em werin ser encamê, we sala bi hezaran kes dîn ê îslamê erênî kir û bûn misilman. Mixabin Mûhammed Alî, ji kesikîra negotubû bibin misilman. Tiştek jî xerc nekiribû, le belê weke misilmana jîyana xwe domandibû.
Mînakek rast û xweş. Hewceyî em ji çi bawer dikin, jîyana xwe li gor bawerîye xwe bidomînin. Misilman bawerîya xwe têke jîyana xwe bi xwe zatî bes ê. Bimînin xwêr û xwêşîyêda û jîyanekekî mînakek bi rûmet!... |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
WXEDÎYÊ KUNDIR - 20/02/2018 |
WXEDÎYÊ KUNDIR |
Devamı |