mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
BANDOR A KÎS
16/05/2018 Gundiyakî rêwîtî dikir, mixabin di trên ê da. Pir çû hindik çû, rêwikî din jî hat li trên ê siwar bû û hat hinda merikê gundî rûnişt. Silaw dayîn û girtinê şunda, merikê din jî rûnişt. Mixabin merikê gundî kîsik li ber nigê wî ye û çend deqa çarê kîs li ba dike. Demik derbas bû le belê ev rewşa merikê gundî weke tiştekî ecêb û bi xwe zatî pir balkeş bû jî. Çar yan jî penç deqa çare kîs dihejîne; Û dîsa datîne ber nigê xwe. Merik got; min biborîne le belê min pir meraq kir, ma ji bona çi tu çend deqa çarê kîs li ba dike? Merikê gundî got; Hevalekî min ji min du hep mişk xwest û min girt kir vî kîsa. Ez wan serbest berdim wê kîs bi diranê xwe qul bikin û derkevin. Le belê ez çend deqa çare liba dikim, ji bona gêj bibin. Dema li hev dikevin, pevdiçinin û bindestîya xwe ji bîr dikin. Û dema şer ê wan diqedi û her yek diheri hêlekê difikirin. Û hiş ê wan tê serê wan, şer û pevçûnê ber didin. Ez dîsa kîs li ba dikim û dîsa şer û pevçûn didome. Ji ber ku mişk azad nebin û bindest di kîs da ez bibim ji hevalê xwe ra. Mirov pir eceb dimîne û pir jî bîn teng dibe ji ber ku; ev halê mişk a pir bandor li wî kir. Mixabin îro misilman bûne mişk û ketinê kîs ê Cihû û Mesîhîyan. Ew bi me dilîzin. Û her dem em şer da nê, em nikanin kon ê ser xwe biqetînin û azad bibin. Ji ber ku em nafikirin, her dem aqil ê me li ser şer û pevçûnê ye. Buhayê azadbûnê pir e mixabin ne tuneyî, le belê hewceyî em baş bi fikirin û di serî da şer û pevçûne ji nav bira rakin. Ji nav gundan rakin. Ji nav bajaran rakin hw.... |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
WXEDÎYÊ KUNDIR - 20/02/2018 |
WXEDÎYÊ KUNDIR |
Devamı |