mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
26/01/2019 Hebû
tunebû, di demik borîda li nevalekê kerik û devakek hebûn. Bi azadî diçerîyan û
digerîyan. Ji mîrovan û karwanan dûrtir, bi kef û henek. Deve kir, nekir û xwe avît bextê ker da jî. Ker tu gotin fehm nekir û bi dengekî pir bilind zirîya! Dengê ker, ket nevalê û çû gelek deveran. We demê bazirganek derbas dibû û barê wî jî pir giran bû. Ji xebatkarên xwe ra got; denge zirîna kerekî hat û herin binerin, bigrin û bînin. Xebatkar çûn, dîtin kerik û devakek diçêrin. Herdu jî girtin û anîn, bar le kirin. Pir çûn, hindik çûn le belê pişta ker pir êşîya. Ji ber ku, zûdafe bar ranekiri bû. Û got; ez ê di bin vî barî de bimirim. Hewceyî ez fen û fîtikê çê bikim. Ku ez rizgar bibim ji vî barî. Gelo ez ê çer bikim? Demik din jî çû û ker xwe avît erdê û got; ez dimirim û ranabim. Bazirganan kirin nekirin ker ranebû. Barê ker li deve kirin, dîsa jî ker ranebû. Ker jî, li deve kirin û rîya xwe domandin. Mixabin pişta deve bû ço û barê giran. Bi xwe zatî sebeb jî, zirîna ker bû û di serda jî ker jî, bû barê deve. Deve got; kero? Min ji tera got: Mezire, le belê tu zirîya û em hatin girtin. Û te fen û fît kir, barê xwe jî li min kir. Ne bes bû, tu jî li min suvar bû?!.. Le belê ez dixwazim bidim lotika. Ker got; birayê deve ez ê bikevim, ez dikevim dexlê te medi lotika? Deve got; ez nikanim bi xwe û ez pir dixwazim bidim lotika. Ker rica kir, le belê pere nekir û deve da lotika. Hindik çûn, mixabin bar û ker ji ser deve firîyan û ketin nevalê. Bar bela bû, kîs qetîyan û ker jî, li kevir û zinaran ket û mir. Hewceyî em ji çîrokan şîretê bigirin. Û ez dixwazim bibêjim jîyan ne tenê akesikîye. Hewcetîya me bi huvudura heye. Em bi hevudura alîkarîyê bikin. Ji bona tiştên biçûk, hevalên xwe ne firoşin û nekin xetera. Silav û rêz |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
WXEDÎYÊ KUNDIR - 20/02/2018 |
WXEDÎYÊ KUNDIR |
Devamı |