mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
GOTINÊN PEŞÎYAN-3
14/04/2012
Herkes dijminê kewê ye, kew jî dijminê xwe ye. Li kerê mirî digeri ku nalan jêbike. Gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe ra kurk çêkirîya. Fedîyokî li meran, kenokî li jinan nayê. Ez hêdî diçim bela digêheji min, zû diçim ez digêhejim belayê. Dûr o, nûr o. Dûr here, dirist here. Çû şam ê hat dîsa ker ê ber ê. Agir pêkeve, dîsa bi xwe nahese. Avahî nabe bê asas, mirov bi rojî û nimej nabe xelas. Aşê dîna bê av digeri. Afirê gamêşan, bû warê qelsê mêşan. Bira avisbê, bira derengî be. Goştê ga yî, ber çava yî. Dema ker ket, ji xwedîya xurtir kes tuneyî. Şer ji betalîyê xweştir e. Tu ker û hespa li cem hev girêdi, wê ji hev hînbibin tir û fis a. Ji birçîna dimirê, tir ê şor dike. Dîwaro ji te ra dibejim, kendalo tu fehim bike. Pîrê nemre bihar hat, kerê nemre pincar hat. Bê xwedî dibe, be xwede nabe. Ê zane zane, ê nizane baxê nîskani. Çavê li derî ya, bira kor bi. Çavê li derî ya, cara têr nabe. Çavê li derî ya, xwelî li serîya.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |