mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
GOTINÊN PEŞÎYAN-4
03/05/2012
Destê xebitî li ser zikê têre. Ez ez'îm tû tû'ye. Av bi bêjîngê nayê civandin. Ava de serî; çi buhustek çi çar tilî. Ba ji tehtê çi dibe? Ban qul be binban şile. Behr bi devê kûçka heram nabe. Bela tên serê mêra. – Bext nadim bi text. Bi dinyê bişêwir bi aqlê xwe bik Bila dilê mi bi dil be bila tûrê kirasê mû li mi be Bila hespê çê be bila bê nal be. – Bila rû bêşe zik ne êşe. – Birîndar bi birîna xwe zane. – Bişuğle weke mêra, bûxe weke şêra Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye. Deryê xwe bigir cîranê xwe diz dernexe. Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve. – Dev dixwe rû fedî dike. – Dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin. Dibêjin tu li rê qede û bele li rê. Dibêjin Şam şeqire welat je şêrintire. Dinya guleke, bêhn bike û bide hevalê xwe. Dûjminê te gêrikek be jî dîsa hesabê xwe bike Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tunebe zû xelas dibe. Eyarê bênamûsa firehe. Ê dizya hunguv bike wê mêş pêvedin. Ê jinê berde li panîyê nanêre. Ê ne di şerde be şêre. Fala qereçîya lihev derdikeve. Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. Gîha dibin kevirde namîne. Gur dîkujîn qîjak dixun. Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. Hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide. Her gîha li ser koka xwe şîn tê. Her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete. Heywana tu bigerînî wê erzan bibe. Hinek dikin hinek dixwun. Hûrik hûrik dagir tûrik. Ji hirçkê du eyar dernayê. Kanya ku tu avê jê vexwî kevra navêjyê. Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe werîs jî diqete. Kes nakeve gora kesî. Kumê rasta tim qetyayîye. Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. Malê ağê diçe canê ğulêm têşe. Mêrê qels du cara şer dixwaze. Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be. Mirov xwe bi destê xwe ne xurîne xura mirov naşkê. Nan û pîvaz hebe nexweşî çavreşîye. Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabîyê bin. Qantir nazê xwê şîn nayê. Rûyê reş ne hewcî tenîyêye. Serê du berana di beroşkêde nakela. Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez jî heryê. Şûr kalanê xwe nabire. Timayî birakuje. Tu cehnemê nebînî buhuşt bi te xweş nabe. Tu çi têxî kewarê wê ew bê xwarê. Xwedê ji yekîre xera bike diranê wî di pelûlê de dişkê. Te xwadi kır bı guhana xalkê ji te sıtand bı navrahna.-
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |