mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
Gotinên Peşîyan_6
19/06/2012
Feqîr çûn diziye, hev di evar da derket. Ga bike ga bixwe, le tane û golik we çi bixwin? Ga dibe cem keré. Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe solik. Ga guhirande bizine, bizin jî guhurande mirîske. Gava Xwede ji yekî re lev tîne, nabeje tu kure keyî? Gaye cot e, le bele cot nake. Geh tîr dike, geh ron dike. Ger ne fend e, ev çi dar û bend e. Geriyam li dine, xilas nebûm ji mirine. Gîha li ber gur e, gost li ber berxe (mîhe) ye. Gilî heye, gilîçî (gilîkir) tuneye. Golik e, diçe li cem gaye mezin réx dike. Golik tune bimije, xesu tune bikuje. Gost hîştiye, li pey serpiyan ketiye. Goşt li ser post naye hûr kirin. Goşte berxa ye, li ber çava ye. Goşte berxan naxwe, le pariye xwe di nav avşore da datîne. Goşte diziye naxwe, le pariye xwe di avşore da dike. Goşte min sor e, li xelke xweş nayem. Got ha got; got: "Çi got?" Got: "Keré kundir kot." Got: "Bavo dema bi zérekî bû çima te nestand?" Go: "We çaxe yeka me jî tune bû, le niha pencé me hene." Got: "Bavo ezé te bifroşim." Got: "Lawo mirov qet bave xwe difrose?" Got: "Bavo ezé buhakî wisa bejim kû tu kes nikaribe te bistîne." Got: "Bavo min dizek girtiye!" Got: "Lawo berde." Got: "Bavo ez wî berdidim, ew min bernade." Got: "Çave te ké dirxist?" Got: "Merive min derxist." Got: "Lewma wisa kûr derxist." Got: "Erebo qûna te reş e." Got: "Male min ew e." (ev e) Got: "Ez zike te dixim, tu dibejî: Wey pişta min!" Got: "Ke dinya dot?" Got: "Ye kirî û firot." Got: "Keçelo te por é xwe şuşt?" Got: "Min hûna jî." Got: "Kîjan millet baş e?" Got: "Mirove baş baş e." Got: "Mal bi gûyo!" Got: "Çi bikim kebanî ji mala te ye." Got: "Mirtivo bistire!" Got: "Tiliya min kul e." Gû li rûye mirov didin, neyniké jî didin ber. Guhe wî dilivin. Guhe wî hej li ser çingîniya şûjine ye. Gulan e, dew li cem hemiyan e. Gulî direj e, aqil(î) qirej e. Gunehé xwe jî bi deyn nade. Gur ji birçîbûna nikaribû birevî ya, digotin: "Mîrato wisa xwariye ku, nikare bin zike xwe de birevé here." Gura kere Hesen xwariye, ne gazî ye (gazine) ne hewar e. Guzen pûç li ser sere min dişkenin.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |