mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
JİN MALAN AVA DİKİN
18/02/2013
Hebû tunebû mêrikek hebû li ser pişta xwe ezing difirot. Rojikê Padişah lê rast
hat, got:Tu çima va ezengana li ser pişta xwe difroşi, çima ji xwe ra kerikî
nakiri. Merik jî dibêji perê min tuneyî. Padişah jî zêrikî dide û dibêji kerikî
ji xwe ra bikiri.
Merik jî dema diheri malê zer dide jinika xwe û dibêji vî
zerî veşêri. Û dibêji em ê serê sibe kerikî ji xwe ra bikirin. Jinik jî zer diki
nav erd. Serê sibe parskêrek tê û jinik jî tasik ard didi merikê
parsek.
Dema serê sibê, merik radibi ji jinika xwe ra dibêji zer
bîni ez ê herim ker bikirim. Ve dema tê aklê jinikê zer kiribû nav ard û jê
tasik jî dabû parsker. Mêzediki zer tuneyî. Merik jî disa ezinga li ser pişta
xwe dike û difroşi. Jiyan didomi rojikê dîsa Padîşah li ezingfiroş rast tê û
dibêji:Te çima ji xwe ra ker nekirî, mêrik tiştê hatiye serê vî ji padîşah ra
dibêji.....
Padîşah dema diheri malê ji qîza xwe ra vê meselê û rewşa
ezingfiroş dibeji. Keçik jî dibêji bavo jin mala ava dikin. Padîşah jî ji xulamê
xwe ra dibêji herin li welêt bigerin mirovê heri teral(tembel) bibînin û bînin.
Digerin li çarhêlên welêt û mîrovekî pir teral dibînin. Bi tenê nan naxwe, nanê
vî û av a vî dayika vî dide, çil û bergê vî qilêrîni û bîna xwîdanê jî je tê.
Ver terali nameşi xulamê padîşêh wî li pişta xwe dikin û tînin hinda padîşeh.
Padîşah mehra wan dibiri û qîza xwe bi mêrikê teral ra dişîni mala
vî.
Qîza padîşeh mala gemarî paqij dike û şîvê amade dike.
Mêrik dema şîva vî tê ser nivîna şîva xwe bi destê xwe dixwe. Dayika vî şaş
dibe, ji ber vî bi destê xwe xwarin nedixwar. Roja din qîza padîşeh şîv li
navenda malê amadekir. Dîsa mêrikê teral rabû ser xwe û li ser sifrê şîv xwar.
De de jinikê rojekê xwarin li pêjgeh(mutfak)ê amadekir, mêrik rabû ser xwe û hat
ser şîvê û xwar. Çend roj derbasbûn mêrikê teral ji malê jî derket û gerya
jî.
Rojikê qîza padîşeh dibêji heri ezinga bîni. Mêrik jî
diheri daristanê û ezinga tîni malê. Roj bi roj mêrik karikî din dike û dibe
mîrovekî çeneng. Dîsa rojikê dema diheri ezinga li daristanê şikeftikê dibîne,
tê da rûdini û westa xwe derdixi. Li şikeftê da tiştekî wek sênîkikê dibîni û
tîni malê dibêji: jinik min got tuyê xwarinê têxê viya. Qîza padîşeh dineri zer
ê û dibêji te vaya ji ku derê ani. Mêrik ji dibêji min ji şikeftikê anî û ji
viya jî pir şikeftêda hebûn. Jinik dibêji tu çi yê wan zani yan na: Mêrik jî
dibêji ez zanim û diherin zer ê di şikeftêda kom dikin û tînin. Difroşin û
dewlemend dibin, li hember koşk a padîşeh koşkekê çêdikin. Mixabin koşka wan
weki a padîşeh çêdikin û hundirê koşkê jî weki a padîşeh amade dikin. Xalîçe û
tiştê malî jî wek ê koşka padîşeh amade dikin. Dema koşk û tiştê di hundirê wêda
diqedin, qîza padîşeh şîvê amade dike û ji mêrikê xwe ra dibêji heri ji bavê min
ra bêji bira weri mala me mivandarîye û xwe jî pê naskirin nedi. Û bangî
padîşeh dikin, dema padîşah tê şaş dimîni mêze diki hertişt wekî ê mala
wani.
Mixabin qîza wî jî xwe rê padîşeh nadi, mêrik şîvê amade
dike. le belê padîşah mat dimîni. Û qîza wî tê hinda bavê xwe û dibêji bavo min
ji tera negot jin mala ava dikin. Padîşah jî fehm dike û pir jî kêfa wî
tê.Çîroka me li gihara rehmet li dê û bavê guhdar û xwendevanan.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |