mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
AX PİŞTA MİN
13/06/2013 Di demik borî da merikek navê wî Hesen hebû; Hesen lawê evdo bû, evdo birakekî bi tenê bû û lawê hemed bû, mixabin hemed jî birayê wî tunebûn. Hesen bi tenêbû, ne xwişk nejî birayên wî li ser darê cîhanê hebûn. Hesen mezin dibe, dibe xort le belê dunyakeke xayîn e. Neyar çavê wan hesen dibiri, bi dudu dudu û sisê sisê ten hesen lêdixînin. Malaminê destê tenê deng jê nayê. Dema hemsalê wî lêdixînin; hesen dibêji. _AX PİŞTA MİN! Dibejin lawo em li zikê te dixînin tu disa dibêji;pişta min. Va ya çawa dibê, hewceyî te bigota zikê min. Hesen dibêji ma pişta min hebûya we kanîbû ket li min xistana. Mixabin, Xwedê dost û neyarê bê kesayî. Dema bêji _kûl ê min î ser reş bimeşi, kar û barî wî li hev du tîne........................ Mêrikekî dil rehm rewşa wan dibîni. Bang hesen dike û lê şîret a dike. Dibêje lawo ez ê tê bi zewicînim, le belê tu bi a min bike û şîreta min jî bigri. Hesen dibêji; erê. Ev camêre dil rehm diheri malekekê û qîza wan ji hesen ra dixwazi û qelinê wê jî ji kîsê xwe dide. Mixabin ev mal ne malekek alelade yi, malekek pir dizên e. Hesen dizewice û dem dibori. Law û qîze hesen çê dibin. Mixabin heft lawê hesen çê dibin û mala hesen şên dibe. Hema em bêjin di ara wanda bihostik ya hebûn yan jî tunebûn. Zarok li pişta hev çê bûbûn. Hesen pir kêfa wî bi zarokên wî di hat, bi xwe mafdar bû jî. Bi tenê mezin bû bû û bavê wî jî bi tenê mezin bû bû. Bi tenêtî wî pir baş di zanî bû. Zarok mezin bûn, bûn xort çûn çem hevalan bi goge listin, hatin malê û çûn daristanan kar kirin hesen dewlemend bû. Peyvik me kurmanca heyî dema kêfa yekî li cî be dêbejin;rûn di simêlê xwe dide. Eynî ev peyv li gor hesen bû. Le belê her dem şîret li zarokên xwe dikir û digot: zordarî yê qet li kesî nekin. Ji ber kû wî pir zordarî dîbû. Rojek ji roja hesen li pala gir li ser piştê xwe direj kirîbû li xorta temaşe dikir. Xorta bi gogê dilîstin, hesen bala xwe didê zarokan, zorekên din hesaba ji lawên wî dikin û ne wêrin xwe bidin ser wan. Mixabin zarokên hesen eger neheq bin jî dîsa jî wan mafdar dibînin. Hesen got: dunya sîya darê ye, her carê xwe dide hêlik ê. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |