mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
QEZENCA HELAL
06/07/2013 Xwîdana enîya mîrov keda helale. Em ê li ser çîrokekî balkêş bisekinin. Mixabin her çîrokek tê da gelek şîret û ders hene, weki gotinên pêşîya; her yek derseki û hewceyi mîrov li ser bisekine. Di demikê da, mîrovekî nuh zewicî hebû. Ji bo na pêdivî ya xwe bi cîh bîne dihere cem axakî, sê meha radiweste(şivantîye dike). Dema sê mehê wî diqedin. Axayê wî sê zêr a dide heqê şivantîya wî(mîrov). Sê zêr ê xwe digre û dikeve rê. Li ser rîya wî çemik derbast dibe û li ser çem jî pirekek(kopriyakek) hebû ye. Ji xwe ra dibêji gelo ev şivantî ya min kirîye helal ê yan jî ne helal ê û dixwaze biceribîne. Û li ser pirê disekine û dibêje ev zêr ê min helal bin wê li ber av a çem nerin û yekî davê je çem, zêr li ber ava çem dihere. Dûra jî ê duda jî davêje, mixabin ew jî li ber avê dihere. Ji xwe ra dibêje ezê ê sisî ya jî bavêjime û davêje le be lê ê sisîya li ber avê nare. Zêr ê xwe radike û li axayê xwe vedigere. Tiştê di serê vîda hatibû dibêje û dibê tu bazirganê ez ê vî zêr ê xwe bidim te, çi lê hat alvêrê pê bike. Û vala vedigere mala xwe. Heft sal şûnda rojikê dibêje ez ê herim mala axê, hela zêr ê min çerkirîye û bi rê dikevê. Dema tê cem axê, dû silav û hal pirsînê dibêje: tê bîra te min zêrik dabû te gelo ma çerbû. Axa dibêje ev çarsed pez û ev dused bizin û ev heftê dewar û ev bîst heştir(deve), hemî(guştûk) ê tene û bibe her mala xwe, li te xweş helal be. Şivan rewşekî şaş da dimîne û dibêje çawa? Axa dibêje:Ez mîrovekî bazirganim,dem a ewil min bi zêr ê te pisikek kirîbû û ez li malekê bûbûm mîvan. Dema şîvê, min dît çar zilam di destê wan da şivê direj li ser şipê(piya) sekinîbûn. Min ji mazûbanê xwe ra got ev çi hale? Mazûban got rûye min ji te reş bibe. Em ji destê mişka rezîl bûne, dema xwarinê her yek ji derikê derdikevê, ev zilamana jî ji bona bi şivê direj li mişka xîne xwe amade kirine. Min jî pisik ji tûrê xwe derxist û berda, dema bisik derket mişk her yek bi derikêda revîyan. Mazûbanê min got pisikê bifroşe min, min jî jêra qala te kir û wan jî pisik berberî zêr a kirin û qasî giranîya pisikê zêr dan min. Min jî heywan kirîn û ew heywanan pir bûn û tu vay hat. Heywanen xwe bigre û herê mala xwe li te xweş helal be. Şivan li ser helalbûna xwe dibe mîrovekî dewlemend. Erê hevalno Xwedê(C.C.) tiştê helal bike qismetê me. Xwedê(C.C.)teqdîra dike le be lê em diftîra dikin, silav û rêz. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |