mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
BAWERÎYA KÊ HEYÎ
15/08/2013 Hebû tunebû di demik borî da du bira hebûn. Yek cotkar bû û hertim karê çandinîyê dikir. Çot dikir, palî dikir, velhasıl diçand û radikir. Yek jî bê destmêj pêl erdê nedikir û kar û halê wî nimêj û xwendina Qur'anê û rojî bû. Ne kar dikir nejî xebatik. Û her dem misîn ê xwe bi xwe ra digerand, ji bona dema destmêja wî ci wext şikîya dîsa destmêj bigri. Mîrovan digotin; Ev însanê bi nimej, însanekî pir başi û her dem bi rojî û bi nimêji xwezî birayê din jî, wekî wî bû ya. Ew mîrov mimej diki, le belê hindikî dike, hew ferza tenê diki. Rojî tu bibêji, bê remezanê qet nagiri û Qur'an jî bê êvar înî ya tew dev venaki. Mixabin li cem mîrovan xweyakirin her tişti. Le be lê ê baştir zani Xwedê tealayi. Rojekê rewî yek derbas dibi. Li gor agahîya ew rewî Xoce xizir bûye; Ji civînê ra dibêji: Ev mîrovana yek cenetî(bihuştî) ye, yek jî cehenemî(dojehî) ye. Mixabin herkes dibêji cotkar dojehî ye û nimêjkar jî bihuştî ye. Le be lê Xoce ê Xizir wan diceribîni: Ewilî diheri hinda nimejkar û mêze diki misînê wî li ber serê wî ye û nimêj diki, disekini hetani silavê bidi. Dema silav da û şunda Xocê xizir dibêji; Ez kanim pirsikê ji te bikim, ew jî dibêji kerem biki û bi pirsi. Xoce ê xizir dibêji: Xwedê teala kani dunya yê di kuriya derzîyê ra derbas biki? Nimêjkar dibêji: tobe biki ma dunya di kuriya derzîyê ra derbas dibi? Tişten wa qethenûbîllah nabin û bawer naki Xwedê kani dunyayê di kuriya derzîyêra derbas biki. Îcar diheri hinda cotkar, le be lê cotkar hesp girêdayî pê cot diki. Mixabin ji wî ra jî dibêji; Ez kanim pirsikê ji te bikim, cotkar jî dibêji erê û Xocê xizir dibêji cotkar Xwedê teala kani dunya yê di kuriya derzîyê ra derbas biki? Cotkar dibêji: Lo lo ma tu çi dibêji, ew Xweda ye mezin, ji gihayê hişk şinayî yê çê diki, ez genim dixim erdê mezin dibi simil digri û ez dendikikê dixim erde dibi dar û sêv a jî digri. Û bira tu baş jî zani bi ew Xweda yê mezin kani dunya yê di kuriya derzîyê ra derbas biki û tev li kêlaka jî nakevi. Dema ev bûyer diqewimi, herkes temaşe diki û dibihîzi. Le be lê tiştekî pir balkêş diqewimi û Xocê xizir dibêji: Xwedê kani her tiştî bi cîh bini le be lê hûn nizanin. Û derheqê bawerîyê da jî heta hûn mîravan neceribînin qet biryar a jî nedin. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |