mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
TU(C.C.) ZANİ, TU(C.C.) KANİ
06/05/2014 Di demik borî da,dema xelk bi karwanî diçûn bazirganîye. Rojek ji rojan kalikî pîr û xortik bi huvdu ra rêwitîyê dikin. Kalê pîr di devê vî da, ev peyva pêvetir tiştik dernakevi. Ev peyva balkêş: tu zani tu kani yî. Ev peyv û gotina balkêş xort diki hevalê kalê pîr û rêvîtîya du heftan dest pê diki. Dema vegerê xort dixwazi esil û fesilê, tu zani û tu kani hîn bibi. Mixabin kalê pîr weki zarokekî nuh bi nawê dayika xwe dibêji, yan jî berxikî bi kalînê bangî maka xwe diki. Wer di devê wî da yi ev hevoka şirîn û balkêş; tu zani tu kani. Di vegerê da xort cihê mala wî lê nasekini û bi kalê pîr a rêvîtîya xwe didomîni. Dû çend rojan diherin bajarê kalê. Xort dibê kalo ez li vî bajara kesîkî nasnakim, îşev ez kanim bibim mîvanê te? Kalê pîr dibêji dibi û se çava. Dema dibi êvar xort dibihîzi peyva kalê dîsa di dev dayî. tu zani tu kani........... Dema ser ê sibê xort radibi xurînî ya xwe dixwe û dibêji kalo ev mesela tu zani ûtu kani çiyî? Kalo dibêji; nepirsi. Le belê xort ji bona vê peyva balkêş rîya xwe dirêj kiriyi û heta vira hatiyi. Û dibêji min merak kir û ez ji ser mala xwe ra jî derbas bûm û bû mîvanê te ji bona mesela tu zani û tu kani, kanê ki ji min ra bibêji. Kalê pîr neçar dest bi mesela xwe diki û dibêji: Ez mîrovekî pir dewlement bûm û sê lawên min hebûn. Dema lawên mina bûn pêya min hersê jî di salikêda zewicandin. Dû zewaca wan, ê çûk hîn du mehê wî nuh qedîya bû nexweş ket. Min bir hekîm û doxtor a çare nedîn û li welatikî din. Dû nexweşîyê pazdeh roj a wefat kir. Ez pir bi ber ketim, wê demê dostiki ji min ra got; sebir biki, belawatê Xwedê hîn mezin heni, got. Le belê min got; ma bela ji vî ya mezintir heyî? Mixabin dema min lawê xwe nê mirî anî. Min dît elalet li hinda mala min kom bûni. Dema ez hatim min dît her du lawên minên din jî mirini. Û min her sê lawên xwe bi hev dura veşartin. Dû du mehan bûkên mina ê herdu lawên minê mezin çûn mala bavê xwe. Keser û kul û derdê min hîn pir bû. Wê demê bûk a min a çûk hat û got; heta nuha ez bûka we bûm, ji îro şûnda ez qîza we û ez ê xizmeta we bikim. Hinikî dilê min baş bû le belê cebar nebû. Dû du mehê din, min goman kir bûka min du canî yi. İcar karê Xwedê xerîbi. Dû mirina hersê lawên mina heft meh derbas bû. Bûk a min za û du law anin. A nuha jî her du nevî ye min hejdeh salî ni û min nawê herdu lawên xwe nên mezin lê kirini. Erê xorto, dema Xwedê ez bêkes kirim û dîsa du law dan mi. Min jî ji xwe ra ev peyvana kirini şîret û her tim jî di devê min dani. TU ZANİ, TU KANİ. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |