mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
AV A XWE ŞULÎN NEKİN
22/07/2014 Di demik nêzik da du hevalên min; Elî û Evdilqadir çûn Stenbol'e. Elî dixwast ji xwe ra erebekê bikiri. Û ew û Evdilqadir çûn hinda dostikî xwe. Û daxwaza xwe jê ra gotin, hevalê wan got; erebekek baş di destê min kevi ez ê agahîye bidim we. Sê roj şunda hevalê wan agahiye didi Elî û dibêji erebekek baş vayî hatiyî, hûn dixwazin werin em bikirin. Elî û Evdilqadir diherin hinda dostê xwe. Li erebê dinerin û li hev dikin. Elî perê merik didê û didomîni, dibêji em hîn du rojên din jî livirani, ji kerema xwe ra bineri tu kemasîye erebê henin jî çêbiki û emê du roj şunda werin. Û em ê herin Ruha'ye. Du roj şunda Elî û Evdilqadir dema tên hinda dostê xwe dibêjin te diber destê xwe ra derbas kir? Dostê wan dibêji erê û Elî perê heqê destê wî jî didê. Û bi rê dikevin. Dema bîst kîlometre tên erebe disekini û naxebiti, dikin nakin nikanin bixebitinîn û Elî li dostê xwe digeri dibêji; erebe naxebiti ji kerema xwe ra ma tu kani weri lê bineri? Dostê wan dibêji naxêr ez nikanim werim, hûn erebe li balrakêşi kî barbikin û bînin ez ê lê binerim. Elî erebe li balrakêş ê diki û tîni hinda dostê xwe. Dostê wî erebê temîr(selih) diki û Elî û Evdilqadir dikevin rîya Ruha'yê. Dema ji Stenbol'ê derdikevin, Evdilqadir dibêji law Elî te ji merik ra got erebekik bira rindbi û dawiyê te got kemasîye wê hebin jî tamîr biki û tamîr kir. Le belê em hîn ji Stenbol derneketibûn erebe xera bû, te got weri ew nehat û me erebe bi balrakêş e kir û bir. Merik tamîr kir em hatin bi rê ketin. Le belê te tiştik ji merik ra negot, ez bûma ez ê bi qehirîyama û belkî jî min û wî pevşiniya jî. Le belê te dengê xwe nekir, ji bona çi? Elî got; EZ AVA XWE ŞULÎN NAKİM. Hewalên heja dema roj a ma nexweş dest pê diki, ew roj bi wî hesaba didomi. Dema xweş dest pê diki jî dîsa xweş didomi. Werin em nehêlin tu kes ava me şulîn nekin.. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |