mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ÇÊ KİRO XWE KİRO, XERA KİRO XWE KİRO
08/09/2014 Di demik nêzik da parsekik her roj di çû dikana mîrovikî û digot çê kiro xwe kiro, xera kiro xwe kiro; Û dixwest mêrik nanikî bidi mêriki parsekçî. Mixabin xwedî ye dikanê nanik jî ne dida parsekçî. Roj derbas dibin, meh derbas dibin le belê mêrikê parsekçî her roj tê û nanikî dixwazi. Rojikê xwedîye dikanê nanikî jehrê tevê diki û amade diki ji bona parsekçî. Dema parsekçî dîsa tê û dibêji; çê kiro xwe kiro, xera kiro xwe kiro. Wê demê xwedî ye dikanê nanê jehrî didi parskir, ji bona parsekçî bixwi û pê bimiri. Le belê parsekçî nanê jehri dixi tûri xwe û bi rê dikevi. Dema diheri nêzikî otogar ê û dixwazi nanê xwedî ye dikanê dayî vî bixwi, nanê germ ji tûrê xwe derdixi wê demê bîna nanê germ diheri mîrovêkî nuh ji leşkerîyê hatîye û dilê vî xorta diheri nanê germ û ji parsekêr dixwazi, mêrikê parsekçî jî nanê germ didi xort û dibêji noşîcanbi. Dema xort nanê germ nîvî dixwi kef bi devê vî dikevi û can didi. Mixabin jina xwedîyê dikanê jî zani lawikê we wê weri ji leşkerîyê û pêrgî lawikê xwe diheri. Le belê tiştê dibîni karîn pê dikevi û diki hawar. Bi hawara wê xwedîyê dikanê jî tê. Çi bibîni nanê vîyê jehrî di destê lawê vîda yi, bê lo ne bi lêwik nivê nan xwarîyi û nivê din jî di desta da yî û ruhê xwe teslîm kiriyi. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |