mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
DU ELB GENİM
02/04/2015 Di demik borî da mîrovekî pir dewlemend hebû. Mixabin dewran doj bû û mêrovê dewlemend xizan ket. Û ji bona debara mala xwe dest bi parsekê jî kir. Gund bi gund, bajar bi bajar degerîya. Rojekê dema di gundikî ra derbas dibi; dineri li ser bênderikê çend xort û zilamikî navsalî li ser bênderêni û diheri hinda wan. Dibêji;qawet bi, ez hatimi du elb genimê xwe? Zilam û xort dibêjin tu deynê me li te tuneyi û em jî te nasnakin. Le belê mîrovê parsekçî didomîni û dibêji kanêki du elb genimê min. Min di demik borî da bi deyn dabû we. Xort hers dibin û dikin xiricir. Mixabin zilamê xwedî ye bênderê dibêji; min bi borînin, min ji bîra kiribû û rast ez deyndarê vî camêrî me. Û du elb genim didi merikê parsekçî û dibêji li qusûra min nenire, min ji bîra kiri bû. Dem dibori ew zilamê parsekçî dîsa dewlemend dibi û xwedî mal û milk dibi. Rojekê du elb fekî, du elb mewîj û du elb gwîz li pişta hesp ê diki û berê xwe didi mala camêrê xwedî ye bênderê, bi pirsê mala wî dbîni û dibi mîvan. Û dibêji av a ya heqê du elb genimê weyi. Qençîya we bi min kiriyi ez di jiyana xwe da ji bîr nakim. Wê dema xwedî yê malê ji zarokên xwe ra rastîyê dibêji; Zarokno, Welleh tu neynê wî camêrî li min tunebû. Le belê min lê nirî, belayek diki derkevi û min xwest belê bi dûr xînim. Û hûn dibînin bû xêr û derket pêşîya me. Zilamê bi aqil ew ê ku bela bi ser da hat û bikaribi wê belê dûrî xwe bigri, yan jî xwe dûrî belê bigri. |
Yorumlar |
açıklama 04/04/2015 22:42 elb=ölçek mehmet fatih barış |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |