26/06/2015
Di demik borî da xwendekarekî pir çeleng hebû. Le belê pir fedîyokî bû. Ji ber fedî dikir, di polê da dema tişten zanî bû jî tilîyên xwe ranedikir û persîv a mamoste ne dida. Mixabin di ezmûna da her tim yekemîn derdiket.
Rojekê dereng ma û got belkî hîn mamoste ne hatîyi polê. Destê xwe li derî nexist û derî vekir û ket polê. Mixabin mamoste hatibû û rûniştibû. Fedîkir li ber xwe da nirî û di hûndir da destê xwe li derî xist. Dema di hundurda li derî xist xwendekar kenîyan û ji xwe ev tevger ne tiştekî baş bû. Le belê mamoste kenîya û serê xwe li bakir û erênî kir, ji bona heri li şûna xwe rûni.
Bi xwe zatî mamoste dixwest bi xwendekarê şermok ra têkiliyakê çê biki. Û bû derfet ji bona peyvandinê. Dema wane diqedi, mamoste dibêji? Hele weri em bigerin li hewşa dibistanê. Û gotin gotinê vediki, xwendekar dibêji ez nikarim kelacana xwe têk bibim û ez dema radibim ser xwe ez xwîdan didim û nigê min di tevizin. Û ez pirsan nikanim persiv bikim. Le belê ez persîva wan dizanim.
Mamoste dibê ji ma tu bi min ra nabi heval? Xwendekar, dibêji ma dibi? Mamoste û xwendekar! Mamoste dema karê wînî dibistanê diqedi, bangî xwendekar diki û bi hevudu ra derdikevin derê dibistanê.
Mamoste xwendekarê xwe bi xwe ra dibi hinda hewalê xwe û bi wan naskirin didi. Û ji bona Zaningehê da bêşikê bixwîni, fikr û ramanê xwendekar dipirsin. Le belê ne amadîyak ne jî fikri ramanekî wî qet tunebû. Mamoste û hewalên xwe rê nîşanî xwendekar kirin û amedahîya Zanîngehê, Bêşa mamostetîyê kirin. Wane ê dibistanê pêştir kir û fedîyoktîya xwe jî derbas kir.
Dem derbas bû ew xortê çeleng mezin bû, Zanîngeh qedand û bû mamoste. Di dema ket derîyê polê û mamoste ew şermezarî nekir da pazdeh sal derbas bû; Dîsa rojekê xwendekarek ket hundurê polê le belê li derî nexist û hew nirî mamoste di polê dayî. Hewcebû derketa û li derî xista, le belê di hundurda li derî xist. Dema wer kir, xwendekar kenîyan ji ber qebihat bû. Le belê mamoste kenîya û got derbas bibi.
Pazdeh sal perê dîsa dubare bûbû û mamoste qençîya pazdeh sal perê ijar li xortikî din kiribû. Û hewcebû li ser bisekinîya ji ber çêyî bidomîya.
Her xwendekarek di jîyana wîda mamostekî qenç heyî. Peywîra mamosteyî girani û miqedes i. Ji bona pêşde şûnê mamostetî girîngi.