mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
BERHEMÊN EHMEDÊ XANÎ
22/03/2016 1_ MEM Û ZÎN 2_ NÛBİHARA PİÇÛKAN 3_ EQÎDA ÎMANÊ 4_ EQÎDEYA ÎSLAMÊ 5_ ERDÊ XWEDA 6_ FÎ BEYANÎ ERKANÎ ÎSLAM 7_ ŞÊRÊN FÎLOZOFÎ 8_ DÎWANA HELBESTAN Ez dixwazim bi kurtasi berhemê Ehmedê Xanî pêşkêşî xwendekaran bikim û vejenim. 1_Mem û Zîn: Mijara Mem û Zîn, herdu lehenge me Mem û Zîn bi hawakî mecazî û bi helbest û bi hawakî çîrokvanî hatîye nivîsandin. Le belê ne bi tenê çîrok e, bi awaki fikr û ramanên xwê bi nîşan dayi. Du evîndar Mem û Zîn bû nin sedema vê berhemê. Ev evîndarîya bi nav û deng di 1393'i da li Cizîr'e derbas dibi. Di vê berhemê da Ehmedê Xanî ''Memê Alan'' diki behane û deryaya dilê xwê dinuqutîne ser rûpelên pirtûkê. Û dibêji: Şer'ha 'xemê dil bikem fesane Zînê û Memê bikim behane Ne'xmê we ji perdeyê derînim Zînê û Memê ji nû vejînim. Ji bilî xemxwarîya Ehmedê Xanî ya li ser Kurdî û Kurdan, hema bêje di dawiya her beşên Mem û Zîn ê de, encam û sentezên tesewifî, felsefî û eqîdewî ji me re pêşkêş dike û bi zimanikî hîkmetane pend û şîretan li me dike. Eger em bi kûrebînî li vê pirtûka şahesera wî binêrin, emê bibînin ku hemî mînak û mîsalên ku wî anîne, pend û şîret û hîkmet in. Ez mame di hîkmeta Xudê da Kurmanci di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm. Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret Tesxîri kirin bîladê hîmmet. Her mîrekî wan bi bezlê Hatem Her mêrekî wan bi rezmê Rustem Bifkir ji 'Ereb heta ve Gurcan Kurmancî ye bûye şubhê burcan Ev Rûm û 'Ecem bi wan hesar in Kurmancî hemî li çar kenar in Herdû terefan qebîlê Kurmanc Bo tîrê^qeza kirîne amanc ....................................... ...................................... Ev xîret û ev 'uluwwê hîmmet Bû mani'ê hemlê barê minnet
Lew pêkve hemîşe bê tifaq in Da'îm bi temerrud û şîqaq in
Ger dê hebuwa me îttifaqek Vêkra bikira me înqiyadek
Rûm û 'Ereb û 'Ecem temamî Hem'yan ji me ra dikir xulamî
Tekmîli dikir me dîn û dewlet Tehsîli dikir me 'îlm û hîkmet Temyîzi dibûn ji hev mulaqat Mumtazi dibûn xudankemalat. Ehmedê Xanî di 44 sali ya xwe da Mem û Zîn nivîsandîye û berhema herî navdari. Di berhemê da Tacdîn û Sitî, bege Cizîr'ê Zeyneddîn, Hayzebûn, 'Arif û Çeko û Bekir derbas dibin. 2_Nûbihar biçûkan; pirtûkeke kurmancî ye ku ji bo zarokên kurmancan di derdorê sala 1683an de ji aliye Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin. Ehmedê Xanî vê pirtûkê bi taybetî ji bo zarokên kurmancan nivîsandiye, Xanî nîvê pirtûkê jî kiriye ferhenga Kurdî_Erebî. Ev pirtûk di dîroka Kurdan de ferhenga herî pêşîn e. Pirtûk serî de weha dest pêdike: Bismillahirrahmanirrehîm Hemd û sena û şukranî Ku fesahet û beyan daye lîsanî Hindî selewatan hemî Ku bûne peyrewê di wî Ji paş hemd û selewatan Vêk êxistin Ehmedê Xanî Ne ji bo sahib rewacan Wekî ji Quranê xelas bin Da bi van çend reş belekan Derê zihnê vebîtin Ûmîda me ji tifalan Di weqtê dewr û dersan Bi du’an me bîr bînin 3_Eqîda îmanê; Ehmedê Xanî bawerîya dînê îslamê hînî zarokên kurmanca bike ev berhem nivîsandîye. Bi hawakî arûz û bi 70 beytî di sala 1687 da nivîsandîye. Ehmedê Xanî bi teybetî Kurmanci ev pirtûk derheqê olî da nivîsa yekemi û Ehmedê Xanî şunda berhemên di derheqê olî da bi zimanê Kurmancî bênin nivîsandin rê vekirîye. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021 |
WÊ DERBAS BIBE |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020 |
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ |
MALA ŞÊN - 13/01/2020 |
MALA ŞÊN |
XWENDIN - 18/08/2019 |
XWENDIN |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019 |
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018 |
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER |
MELA YÊ RAST - 30/05/2018 |
MELA YÊ RAST |
BANDOR A KÎS - 16/05/2018 |
BANDOR A KÎS |
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018 |
MÎNAKA RASTÎYA RAST |
Devamı |